Amerîka: Em jê pistrastin ku agirbesta Xezeyê 19ê Çile dest pê dike

16 January 2025 18:51 0 dîtin
Amerîka: Em jê pistrastin ku agirbesta Xezeyê 19ê Çile dest pê dike

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Koşka Spî John Kirby, ragihand ku ew jê piştrastin ku agirbesta Xezeyê piştî 19ê Çile dest pê dike.

Kirby li ser agirbesta ku aliyê Îsraîl û Hemasê li ser li hev kirine got, “Em jê bawerin ku em ê bikarin kêşeyên dawî çareser bikin û ji roja Yekşemê pê de agirbestê pêk bînin.”

Hêjayî gotinê ye, hîn agirbest li parlamentoya Îsraîlê neçûye ber dengdanê û Kirby, li ser vê jî got ku Netanyahû hay ji rewşê heye û ew jê piştrastin ku dê ji roja Yekşemê pê de agirbest pêk were.

Nivîsgeha Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihandibû, ji ber ku Hemasê ji hin xalên agirbestê vekişiyaye, civîna parlamentoyê ya bo dengdanê hatiye paşxistin.