Amerîka ji bo agirbesta Xezeyê pêsniyareke nû dike: Naveroka wê diyar bû

08 September 2024 14:12 0 dîtin
Amerîka ji bo agirbesta Xezeyê pêsniyareke nû dike: Naveroka wê diyar bû

PeyamaKurd – Medya Îsraîlê ragihand ku rêveberiya Amerîkayê, ji danûstandinên niha yên bo pevguhertina dîlan di navbera Îsraîl û Hemasê de ne bi hêvî ye, lê amadekariya pêşkeşkirina pêşniyareke nû ya bo lihevkirina alîyan dike.

Televziyona Îsraîlê KANê bi zarê rayedarên Amerîkî ragihandiye, Amerîka ji bo pêşkeşî navbeynkaran bike, li ser pêşniyareke nû ya lihevanîna Îsraîl û komên Filîstînî dike.

Hatiye diyarkirin ku rêveberiya Amerîkayê pêşniyara nû wekî, ‘pêşniyara defeta dawî’ bi nav dike û dê îro yan rojên pêş pêşkeşkî navbeynkaran bike.

Li gorî zanyariyan, di pêşniyara nû de, di serî de Korîdora Philadelphi hemû mijarên nakok ên navbera Îsraîl û Hemasê cî digrin.