Di navbera Amerîka û Misrê de dîplomasiya agirbesta Xezeyê

10 July 2024 20:05 0 dîtin
Di navbera Amerîka û Misrê de dîplomasiya agirbesta Xezeyê

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Misrê Bedr Ebdulatî li ser derfetên pevguhertina dîlan û gihîştina peymana agirbestê li Şerîda Xezayê axivîn.

Her du wezîran metirsiya xwe ya ji rewşa Lubnanê û egera zêdekirina aloziyan bi awayekî ku aramiya Lubnanê tehdîd bike û aloziyê li heremê zêde bike, nîşan dan.

Wezareta Derve ya Misrê derbarê, naveroka pêwendiya telefonî belav kir û ragihand, aliyan li ser hewldanên berdewam ên ji bo agirbestê û derfetên gihîştina agirbestê ku rê bide pevguhertina girtiyan û xurtkirina çûna alîkariyên mirovî ji bo Şerîda Xezayê gotûbêj kirin.

Hate diyarkirin, di navbera Abdulatî û Blinken de, geşedanên derbarê krîza Sûdanê ku ev salek zêdetir e di navbera hêzên artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de şerekî navxweyî heye jî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha Ebdulatî di pêwendiya telefonî ya ligel Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy de jî geşedanên li Xezeyê û hewlên navbeynkariya Misrê gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî bi Dîrektorê Dezgeha Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns re li ser mijara pêkanîna agirbestê li Xezayê axivîbû ku bi navbeynkariya Amerîka, Qeter û Misirê, hewl tê dayîn di navbera Îsraîl û Hamasê de lihevkirinek were kirin û ev lihevkirin garantiya pevguhertina dîlan û agirbesta her du aliyan pêk bîne.