Sullivan: Dîplomasiya atomî di navbera Amerîka û Îranê de destpê kiriye

13 March 2021 12:31 0 dîtin
Sullivan: Dîplomasiya atomî di navbera Amerîka û Îranê de destpê kiriye

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîka Jake Sullivan diyar kir, dîplomasî, ji bo pirsa atomî di navbera Amerîka û Îranê de destpê kiriye.

Jake Sullivan dide zanîn, ew dîplomasî bi awayê nerasterast û di rêya kanala Ewropiyan û hindek rêyên din de ye, ji bo rizgarkirina rêkeftina atomî.

Herwiha Sullivan dibêje, ew pêwendiyên nerasterast di navbera Amerîka û Îranê de, rê xweş dike ku ew ji Îranê re zelal bikin, ka li hember pabendiyê helwesta me çi ye û em helwesta Îranê jî bizanin.

Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê destnîşan kir, ev yek karekî asan nabe, lê niha ew di nava dîplomasiyekê de ne ku dikarin pêşve biçin û di dawiyê de bigîhin armanca xwe, ew jî rêgirî li Îranê ye ku bibe xwediyê çekên atomî. 

Hêjayî bibîrxistinê ye, berpirsên Îranê demek e dibêjin, tu pêwendiyek di navbera Îran û Amerîka de nîne, çi rasterast û çi ne rasterast.