DEM Partîyê bertek ji heqaretên li Sêx Seîd re nîsan da: Bila hedî xwe bizanin…
PeyamaKurd – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) li ser heqaretên rojnamevan Fatîh Altayli li rêberê Kurd Şêx Seîd û derdorên din ên heqaret kirine daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, yên heqaretê li nirxên me dikin, bila hedê xwe bizanin.
DEM Partiyê ragihand, “Hin aliyên şovenîst û kesên xwe rojnamevan dibînin û zimandirêjî li Şêx Seîd û hevrêyên wî kirine, li cem gelê Kurd ti nirxeke wan nîne. Şêx Seîd û hevalên xwe têkoşîneke heqiyê dane meşandin, ji aliyê dewletê ve rastî zilmê hatine, ew nirxên giranbiha yên gelê Kurd in û wê her wisa werin bibîranîn. Yên heqaretê li nirxên me dikin, divê hedê xwe bizanin.”
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Qeyûmê Diyarbekirê li ser medya civakî derbarê xebatên li ser Bûlwara Şêx Seîd daxuyanî dabû, nijadperestên Tirk dest bi êrîşkirin û bêrêziya li Şêx Seîd kiribûn.
Partiya Zafer a nijadperest, Partiya Komunîst a Tirkiyê û herî dawî jî Fatîh Altayli bertek ji navê Şêx Seîd re ku bo rêyekê hatiye danîn nîşan dabûn û heqaret li Rêberê Kurd ku di sala 1925an de li Diyarbekirê hatiye îdamkirin kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin