Parlamenterê Kurd bertek nîsanî heqaretên medya Îranê da: 'Bi Kurdî dijîm bi Kurdî dimirim!'
PeyamaKurd – Parlamenterê Kurd ê Mehabadê Celal Mahmudzade, li ser heqaretên medya Îranê bo kurdan bi cilûbergên Kurdî beşdarî rûniştina parlamenê bû û bertekî nîşan da.
Celal Mahmudzade di axaftina xwe de got: "Bi Kurdî dijîm bi Kurdî dimirim" û bal kişand ser qedîmbûna gelê Kurd ku qedîmbûna neteweya wan digihe Kawayê Hesinger, Selahaddîn Eyyubî û heta Mele Mistefa Barzaniyê nemir ku têkoşînê bo hebûna xwe didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin