Lêpirsîna “Terorîzmê” ya li ser saredariyên CHPê yên Stenbolê: 10 kes hatin desteserkirin!
PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku li dijî şaredariyên CHPê operasyoneke nû hatiye kirin. Li Stenbolê derbarê 9 cîgirên şaredar û endamên meclîsa şaredariyê de lêpirsîna terorê hat destpêkirin.
Alîkarên Şaredarên Kartal û Ataşehîrê jî di nav de 10 şikbar hatin desteserkirin. Lêgerînên li şaredariyan dewam dikin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî şaredariyên CHPyî operasyonek nû da destpêkirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna "terorê" de ji bo wekîlên şaredarên Kartal û Ataşehîrê û 7 endamên meclîsa şaredariyan ên li şaredariyên din dixebitin de biryara desteserkirinê heye.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê de hat gotin, "Hat fêmkirin ku di bin navê mutabaqata bajaran de xebatên rêxistinî dimeşînin."
Di nav kesên hatin desteserkirin de wekîlên şaredarên Kartal û Ataşehîrê û endamên meclîsa şaredariyên Uskudar, Sancaktepe, Fatîh, Tûzla, Adalar, Şîşlî û Beyoglûyê jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin