Hesabên bankê yên 6 saredariyên CHPê hatin blokekirin: Stenbol, Enqere û Îzmîr jî hene

16 December 2024 17:05 0 dîtin
Hesabên bankê yên 6 saredariyên CHPê hatin blokekirin: Stenbol, Enqere û Îzmîr jî hene

PeyamaKurd- Wezareta Ewlehiya Karûbarên Civakî ya Tirkiyeyê, ji ber deynên bac û sîgorteyên karkerên wan hesabên bankê yên şaredariyên bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîr jî di nav de yên 6 şaredariyên di destê CHP de bloke kir.

Hate diyarkirin ku ji ber deynên wan şaredariyan ên Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) biryara hecizkirinê ji bo wan şaredariyan hatiye dayîn û hesabên mevdûat û şîrketan ên wan 6 şaredariyan ji aliyê Wezareta Karûbarên Ewlehiya Civakî ve hatine blokkirin.

Şaredariyên heciz ji bo wan hatiye destpêkirin û deynên wan wiha ne:

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê: 3,3 milyar TL.

Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê: 5,7 milyar TL.

Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê: 5,3 milyar TL.

Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê: 3 milyar TL.

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê: 1 milyar TL.

Şaredariya Navçeya Şîşlî ya Stenbolê: 1,8 milyar TL.