Hesabên medyaya civakî yên Xamaneyî hatin jêbirin
PeyamaKurd - Kompaniya Meta ku xwediyê sepanên medyaya civakî yên wek Facebook û Instagramê yên herî navdar ên cîhanê ye, Rêberê Olî yê rejîma Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî xiste lîsteya reş û hesabên wî yên medyaya civakî yên Parsî û Îngilîzî jêbirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê kompaniyê ve hate dayîn de wiha hate gotin: "Me hesabên xeternak ên kes û dezgehên ku gelek caran rêzikên me binpê kirine jêbirin."
Bi dehan hesabên medyaya civakî yên bi zimanên cuda yên Xamaneyî hene û Xamaneyî bi ser van hesabên xwe peyamên xwe diweşandin.
Komên alîgirê Îsraîlê ev demeke dirêje bû ku daxwaz dikirin ku hesabên medyaya civakî yên Xamaneyî ku piştgiriyê dide Hemasê bêne asêkirin.
Piştî van bûyeran, hesabên rêberê olî yê rejîma Îranê Elî Xamaneyî yên Îngilîzî û Farisî hatin jêbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin