Girtiyê parvekirina medyaya civakî roja ku wê bihata serbestberdan can da

13 September 2024 14:00 0 dîtin
Girtiyê parvekirina medyaya civakî roja ku wê bihata serbestberdan can da

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku girtiyê Kurd ê bi navê Abdulmelîk Okyayê 71 salî ku li Girtîgeha Tîpa Hyê ya Erziromê dihat girtin, roja ku wê bihata serbestberdan canê xwe ji dest daye.

Abdulmelîk Okyayê ku berê rêveberiya partiyên wek HEP, DEP, HADEP û HDPê yên şaxê Erziromê kiribû, ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatibû girtin.

Okyay wê di 2yê Îlonê de bihata serbestberdan, lê belê ji ber ku Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê neciviyabû Okyay ew roj nehatibû serbestberdan.

Hate angaştin ku Abdulmelîk Okyay, roja ku wê bihata serbestberdan, li girtîgehê qeyrana dilî derbaz kiriye û canê xwe ji dest daye.

Hate ragihandin ku timên tenduristiyê ew veguhastine nexweşxaneyê, lê belê wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Okyay dê îro li gundê Qirikanê yê navçeya Tatosê bispêrin axê.

Bakirhan: Feraseta reben, tirsonek û şerpeze

Hevserokê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li ser hesabê xwe yê Xê bertekeke tund nîşanî vê bûyerê da û got:

“Feraseta ku siyasetmedarekî ji ber parvekirinên medyaya civakî digire reben e, tirsonek e û şerpeze ye.”

Beştaş: Girtîgeh bûne malên mirinê

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê jî li ser hesabê xwe yê Xê, di derbarê mijarê de bi bîr xist ku Abdulmelîk Okyay ji ber parvekirinên li ser rûpela xwe ya medyaya civakî hatiye girtin û dom kir:

"Di 2yê Îlonê de cezayê wî bi dawî bû, lê belê ji ber ku Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê neciviyabû nehatibû serbestberdan. Malbata wî li hêviyê bû ku were serbestberdan, lê belê di encama qeyrana dil de canê xwe ji dest da. Serê malbata wî û hezkiriyên wî sax be û sebirê ji wan re dixwazim. Dema em dibêjin girtîgeh bûne malên mirinê em behsa vêya dikin. Bes e êdî, dawiyê li zilma li girtîgehan bînin.”