ÎDIA | 'DEM Partî li Stenbolê pistevaniya Îmamoglu dike û saredariyên 2 navçeyan ji CHPê distîne'
PeyamaKurd – Piştî ku hevjîna Selahattîn Demirtaş, Başak Demirtaş namzediya xwe ya bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê paşve kişand, hate îdiakirin ku DEM Partî li CHPê re li ber lihevkirinê ye.
Li gorî îdia û agihiyên kûlîsan ên nêzîkî CHPê, wê DEM Partî namzedê şaredariya bajarê mezin ê Stenbolê destnîşan neke û li beramber wê jî wê CHP li du navçeyên ku bihêz e namzedan destnîşan neke û piştgiriya namzedên DEM Partiyê bike.
Rojnamevanê Tirk Tolgahan Erdoganê ku wekî kesekî nêzî serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu tê naskirin, ragihandiye ku dê DEM Partî namzedê Stenbolê nîşan nede û piştgiriya Ekrem Îmamoglu bike.
Herwiha hate îdiakirin ku li ser tê axaftin ku DEM Partî li navçeya Esenyurtê parlamenter Ali Kenanoglu û li navçeya Adalarê jî Garo Paylan bike namzedê şaredariyê û li wan herdu navçeyan CHP namzedên xwe dernexe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin