Xosnaw û Îmamoglu hevdu vexwendin Hewlêr û Stenbolê
PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Parîsê Parêzgerê Stenbolê vexwend Hewlêrê, Serokê Şaredariya Stenbolê jî Parêzgerê Hewlêrê vexwend Stenbolê.
Di çarçoveya Konferansa Guhertinên Keşûhewayê û amadebûna di merasîmên destpêka yariyên Olîmpiyad û Para Olimpiyadên 2024ê de, îro 25ê Tîrmehê li Parîsa paytexta Fransayê, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu re civiya.
Parêzgeha Hewlêrê ragihand, di hevdîtinê de zexmkirin û pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye axaftin û herwiha behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Stenbolê hate kirin.
Parêzgerê Hewlêrê bi awayekî fermî Serokê Şaredariya Stenbolê ji bo serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vexwend. Ji aliyê xwe ve Serokê Şaredariya Stenbolê jî bi awayekî fermî Parêzgerê Hewlêrê ji bo serdana Stenbolê vexwend.
Di hevdîtinê de her du aliyan vexwandinên hev qebûl kirin û daxwazên pêşxistina pêwendiyan anîn ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin