Baroya Mêrdînê: Divê di derbarê kustina Adem Kara de lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin
PeyamaKurd – Komîsyona Mafên Mirova ya Baroya Mêrdînê diyar kir, divê di derbarê kuştina Adem Kara yê li Midyadê de, lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin.
Polîsên Tirkiyê di 1ê Îlonê de li bazara heywanan a taxa Işiklar a navçeya Midyada Mêrdînê gule bera ciwanê bi navê Adem Kara (21) dan û ew kuştin.
Komîsyona Mafên Mirova ya Baroya Mêrdînê têkildarî bûyerê daxuyaniya nivîskî da û got, di salên dawî de tundiya leşker û polîsan zêde bûye û di demeke nêz de li Midyadê cerdevanek ciwanek kuştiye, dîsa cerdevanan êrîşî jinan û pîran kirine.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Ji bo ku careke din bûyerên bi vî rengî neyên qewimîn, divê dest ji van polîtîkayên bêcezahiştinê bê berdan. Ji ber vê yekê divê bi awayekî demildest, derbarê kuştina Adem Kara de lêpirsîneke bibandor a edlî û îdarî were destpêkirin.
Herî dawî komîsyonê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew ê bûyerê bişopînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin