Kustina leskeran siyaseta DYAyê hêrs kir: Divê Îran bi tûndî bê lêdan

29 January 2024 02:01 0 dîtin
Kustina leskeran siyaseta DYAyê hêrs kir: Divê Îran bi tûndî bê lêdan

PeyamaKurd - Kuştina 3 leşkeren Amerîkî ya bi êrîşa li Urdunê, di nav siyaset û raya giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, li dijî rejîma Îranê hêrseke mezin peyda kir.

Siyasetmedarên DYAyî hêrsa xwe arasteyî Serok Joe Biden kirin û ew bi tirsonekî û nekariya rûbirûbûna rejîma Îranê û ajanên wê yên li herêmê tawanbar kirin.

Senator Lindsey Graham xwest ku DYA bi tundî êrişî Îranê bike û got: "Eger em êrîş nekin, wê êrîşên li ser hêzên Amerîkî bidomin. Divê binesaziya wê (Îran) bê hilweşandin û ajanên wê yên li herêmê bêne lêdan."

Nûnera Partiya Komarî ya Meclisa Nûneran a DYAyê Nicole Malliotakis jî got: "Biden ji rawestandina siyaseta 'zexta herî zêde' û azadkirina bi milyar dolaran ê rejîma Îranê ku di warê aborî de ji terorîstan re pêşkêş dike, rewşê hanî vê radeyê."

Nûnerê Partiya Komarî yê Meclisa Nûneran Byron Donalds jî got: "Encama siyaseta razîkirinê ya Joe Biden ev e. Li hember Îranê û komên ku li ser navê wê kar dikin, bêdengiyê qebûl dike û ev siyaset bi kêr nayê. Wî tekez kir ku "aştî bi hêzê pêk tê, lewre hêz dikare cîhanek ewle ji me hemûyan re misoger bike."

Senatorê Amerîkî Tom Cotton jî got ku "Biden piştî ku bi salan çavê xwe ji êrîşên ser hêzên me re girt, bi milyaran dolar bertîl da ayetullahah û berdewamiya vê siyaseta razîkirinê ya Biden, Îranê bêtir qure kir."

Cotton wiha dom kir: "Li dijî komên têrorîst ên Îranê, çi li Îranê û çi li seranserê rojhilata navîn, bersiva vê êrîşê divê tenê tolhildana leşkerî ya wêranker be û ji bilî vê rêbazê, wê her rêbaz mîsoger bike ku Biden tirsonek e û ne hêja ye ku bibe fermandarê DYA û hêzên wê yên çekdar."

Endamê Meclîsa Nûneran Mark Green jî got: "Divê li hemberî vê êrîşê bersiveke tûnd bê dayîn. Xuya ye ku piştevanîya aborî û teknolojîk a Îranê wê van êrîşan pirtir bike û divê rêveberiya Biden, Îranê li ser axa wê poşman bikedi cihê xwe de bi cih bike û bi awayekî cidî li gorî xwe rûbirûyê wê bibe."

Senator Dan Sullivan jî teqez kir ku "divê ji bo bersivek zelal, kujer û bibiryar Biden, fermaneke tûnd bide Îranê. Ji bo ku nîşanî Îranê û cîhanê bide ku her kesê ku jin û bêtawanan dike armanc an jî piştgiriyê dide van êrîşan, divê bi şiyanên artêşa Amerîkayê re rûbirû bimînin."

Fermandarê berê yê hêzên NATO yê li Ewropayê Wesley Clark jî derbarê êrîşê de got: "Divê DYA dest ji dubarekirina gotina “Em aloziyê naxwazin” berde, ji ber ku daxuyaniyên bi vî rengî wan bêtir sor dike ku êrîşî hêzên me bikin." Clark her wiha got: "Divê şiyanên van koman ji holê bê rakirin û derbeyek giran li Îrana jêdera sereke ya van êrîşan e, bê xistin."