Parlamentera Kurd: Hin dezgehên medyayê derveyî etîkê kar dikin û dibin sedema xwekustina mirovan
PeyamaKurd - Endama Lîjneya Mafê Mirovan li Parlementoya Kurdistanê Hesîbe Gerdî, derbarê medyakarên li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bûn sedema xweşewitandina penaberê Rojhilatê Kurdistanê got, beşek ji dezgehên ragihandinê dûr ji nirxên etîk kar dikin û ji bo komkirina bîneran ciwanan han didin xwekuştinê.
Hesîbe Gerdî ji BasNewsê re gotiye, “Mixabin hinek kesên karê ragihandinê dikin bûne sedema xweşwitandina hemwelatiyan. Weke endameke Lîjneya Mafê Mirov veguhestina rûdawa xweşewitandina ciwanekî ku hawar û dîmeneke xemgîniyê tê de ez hejandim.”
Gerdî dibêje, ew dîmen bi awayekî yekser ji aliyê hin dezgehên medyayî yên dilreq ve bi awayekî yekser hatine belavkirin, beyî şewitandina wî xortî bi hawara wî de biçin ji bo çend bînerên zêdetir û ecibandin û şîroveyan ji bo dezgehên xwe ew kar kirin.
Parlementer Hesîbe Gerdî diyar dike, ew karmendên dezgehên medyayê dibin handerên serekî ji bo xwe şewitandinê û zêdebûna rûdawên wisa û ew kar jî bibe diyarde.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin