Parlamentera kurd li Almanyayê rastî êrîsa nijadperestan hat
PeyamaKurd – Parlamentera Kurd li Almanyayê, Gokay Akbulut, rastî êrîşa alîgirên futbolê yên nîjadperest hat. Wê wêneyên vê êrîşê li ser hesabê xwe yê Instagramê belav kirin ku di trenê de, tê tacîzkirin, heqaretên nîjadperestî lê tên kirin, û şûşeyekî bîrayê davêjin serê wê.
Piştî êrîşê wê parlamentera kurd got:
“Rewşa civakê li Almanyayê rê li ber êrîşên li hemberî koçberan vedike û bang li partiyên Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) kir ku zimanê xwe nerm bikin û li hemberî nîjadperestiyê helwêsteke zelal nîşan bidin.”
Gokay Akbulut parlementera Kurd a Partiya Çep (Die Linke) li Parlamentoya Federal a Almanyayê ye. Ji sala 2017an ve parlamenter e, ji malbateke elewî ya kurd e, li bajarê Qeyseriyê ji dayîk bûye û di 8 saliya xwe de koçî Almanyayê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin