Xwendekarên Kurd ên li Qibrisê ji ber govend gerandin rastî êrîsa nijadperest hatin
PeyamaKurd – Xwendekarên Kurd ên li Qibrisê, ji ber ku piştî konserê govend gerandin, rastî êrîşa nijadperest hatin.
Li gor zanyariyan, xwendekarên Kurd ên li kampusa Zanîngeha Qibrisê ya Navnetewî ku li paytextê Qibrisa Bakur Lefkoşayê ye, piştî konsera pêr hat lidarxistin, govend gerandin û rastî êrîşa nijadperest hatin. Komeke nijadperest piştî heqaret li xwendekaran kirin, êrîşî wan kirin.
Xwendekara bi navê S.S. ku derbarê bûyerê de agahî dan wiha got: “Piştî konsere, me govend gerand. Di wê kêliyê de komek hat heqaret li me kir û gef li me xwar. Min dîmen dikişandin. Piştî ku ez ferq kirim telefona min girt û firand. Heqaret li me kirin û gotin ‘Em ê we ji giravê biavêjin’. Bi mudaxaleya ewlehiya dibistanê re, kom ji cihê em lê veqetiya.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin