Akademîsyenên Kurd ji ber gerandina govenda Kurdî ji kar hatin avêtin

10 July 2022 15:49 0 dîtin
Akademîsyenên Kurd ji ber gerandina govenda Kurdî ji kar hatin avêtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Zanîngeha Kirmaşan Beşa Zanistên Tibê 7 akademîsyenên Kurd bi hinceta ku govend gerandine û cilûbergên wan ne li gorî îslamê ne ji kar hatin avêtin.

Li rêxistina Mafên Mirovan Heranayê, li ser belavbûna dîmenên govendê yên akademîsyenan li ser medya civakî, 7 akademîsyenên kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji kar hatine dûrxistin.

Beşa Pêwendiyên Derve ya Zanîngeha Kirmaşanê bûyera govend gerandin û pîrozbahiya akademîsyenan şermezar kiriye û gotiye, wan akademîsyenan xetên sor derbas kirine.

Li aliyê din jî Zankoya Perestariyê ya heman zanîngehê jî îdiayên ku akademisyen beşdarî pîrozbahiyekê bûne red kir û derewand.

Tenê hatiye gotin ku ji bo demeke kurt mamosteyan govenda kurdî gerandiye.