Li Enqerê malbateke din a Kurd rastî êrîsa nijadperestî hat: Mala xwe bar kirin!

29 July 2021 14:31 0 dîtin
Li Enqerê malbateke din a Kurd rastî êrîsa nijadperestî hat: Mala xwe bar kirin!

PeyamaKurd – Pêla êrîşên nijadperestî li ser welatiyên kurd ên li bajarên Tirkiyê berdewam dike ku herî dawî jî li taxa Îsmetpaşa ya navçeya Elmadag a Enqereyê, malbateke Kurd a ji Gevera Colemêrgê rastî êrîşeke nijadperestan hat.

Malbata kurd ya ku tenê dayîk û 5 zarok li malekê de dijîn û debara xwe bi paqijkirina malan dikin, doh bi şev ji aliyê ciranên wan ve bi gotinên “Kurdên pîs û terorîst” rastî êrîşa devkî û gefan hatin û piştre jî dijî wan êrîşa nîjadpereStî ya fîzîkî hat kirin.

Herwiha piştî wê êrîşê malbata Kurd, bi darê zorê ji taxa ku lê diman hatine derxistin. Malbata Kurd ku ji ber ewlehiya canê xwe nexwestiye derkeve ser ekranan ragihandiye, ev çend hefte ne bi devkî gef li wan hatiye xwarin û bi rojan îmze dihatin komkirin da ku ew ji taxê bên derxistin.

Jina kurd ya ku rastî êrîşê hatiye li ser bûyerê gotiye: “Cîranên me dijûn ji me re kirin û ji me re dibêjin hûn kurd terorîst in. Ez û 5 zarokên xwe ev 2 sal in li vir dixebitin. Ev çend hefte dijûnan ji me re didin. Avahiya li kêleka me jî da ku me ji taxê biqewêrin, îmze berhev kirin”.

Jina Kurd gotiye nijadperestan gotiye ew Kurdan naxwazin, li hember vê yekê polîsên ku hatine cihê bûyerê bêdeng man piştgiriya nijadperestan kirin.

Malbata Kurd piştî êrîş û gefên nijadperestan, mala xwe bar kir çû taxa bi navê Hasanoglan Fatih a navçeya Elmadagê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 21ê Tîrmehê jî, li heman navçeyê malbateke Kurd rastî êrîşeke nijadperestî hatibû û 4 kes birîndar bûbûn.