Siyasetmedara jin a Kurd cara duyem bû parlamentera Brîtanyayê

05 July 2024 16:23 0 dîtin
Siyasetmedara jin a Kurd cara duyem bû parlamentera Brîtanyayê

PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd Feryal Clarka ji bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên Brîtanyayê de bi ser ket û kete parlamentoyê.

Li Brîtanyayê Kamaraya Ewaman bi hilbijartinan diçe parlamentoyê û doh endamên wê hatin hilbijartin.

Di hilbijartinan de Partiya Karkeran piştî 13 salan bi destxistina 410 kursiyan bû yekem û têkçûneke mezin bi Partiya Mihafezekar a Rishi Sunak da jiyandin. Beriya hilbijartinê 365 kursiyên Partiya Mihafezekar hebûn û niha tenê 131 kursî wergirtin.

Herwiha Partiya Reform UK ya ji rasgirên fanatîk pê tê 13 kursî, Partiya Lîberal a Demokrat 61 kursî, Partiya Neteweyî ya Skoçyayê 10 kursî û Partiya Keskan jî 2 kursî bi dest anîn.

Siyasetmedara jin a Kurd Feryal Clark ji lîsteya Partiya Karkeran hat hilbijartin û bû parlamenter. Feryal Clark sala 2019an li Enfielda Bakur bûbû parlamentar û careke din bû parlamentara heman herêmê.

Feryal Clarka 45 salî 21 hezar û 368 deng standin û bi rêjaya ji sedî 49,1 hat hilbijartin. Herwiha namzedê din Chris Deyê ku rikeberê herî nêzîk ê Feryalê bû jî ji sedî 19,8ê dengan wergirt.