Di pêsbirka navneteweyî de xwendekarên Kurd pileya yekem û duyemîn bi dest xistin

16 February 2025 20:38 0 dîtin
Di pêsbirka navneteweyî de xwendekarên Kurd pileya yekem û duyemîn bi dest xistin

PeyamaKurd - Du xwendekarên Kurd ên ku beşdarî pêşbirka navnetewî ya matematîkê bûn ku nûnertiya Herêma Kurdistanê kiribûn pileya yekem û duyem bidest xistin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îro Yekşemê 16ê Sibata 2025ê ragihand, 2 xwendekarên Herêma Kurdistanê beşdarî pêşbirka navdewletî ya matematîkê ya li Bexdayê bûn.

Parêzgar Ebûbekir ragihand ku Lawî Harêz ku ji Silêmaniyê beşdarî pêşbirkê bûye pileya yekem û Ebdullah Pêşewa jî ku ji Hewlêrê beşdar bûye pileya duyem bidest xistine.

Parêzgarê Silêmaniyê diyar kir ku zêdetirî 450 zarok beşdarî pêşbirkê bûne û ji Rûsya, Tirkiye, Îran, Ukrayna, Almanya, Kazakistan, Ozbekistan, Fransa, Tûnis, Erebistana Siûdî, Yemen, Misir, Çek û Iraqê beşdar bûne.