BCFê xwendekarên kursên Kurdî û Îngilîzî yên Efrînê xelat kir

30 October 2024 18:56 0 dîtin
BCFê xwendekarên kursên Kurdî û Îngilîzî yên Efrînê xelat kir

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî (BCF) şaxê Efrînê, xwendekarên ku kursên zimanê Kurdî û Îngilîzî bidawî kirin, xelat kir.

Endamê Desteya Birêveber a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Ebdulwahid Emîn ragihand ku ew weke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pê serbilind in ku beşdarî ahenga derçûna çend xwendekaran xula zimanê kurdî û îngilîzî bûne, dibin û got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî piştevaniya van xulan kiriye, ta ku ev xwendekar bikarin beşdariyê di avakirina welatê xwe û bi taybet Efîrnê de bikin.”

Mamosteya Zimanê Kurdî Şîrîn Hac Ebdo jî K24ê re gotiye: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kursên 6 mehan ên astên yekem, duyem û sêyem ên kurdî vekirin. Ez jî wek mamoste, min astên kurdî dan û îro jî wergirtina bawernemayên wan e. Em pir dilxweş in ku xwendekaran xwest fêrî kurdî bibin.”

Xwendekar Avesta Mistefa jî got: “Min di xuleke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de xwend û min asta yekem û duyem derbas kir û niha asta sêyemîn dixwînim. Îro me bawernameyên xwe wergirt. Ez spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikim ji ber ku em fêrî zimanê me yê dayikê kirin.” 

Hêjayî bibîrxistinê ye, BCF piştî karesata erdhejên Sibata 2023yan bi hawara xelkê Efrînê û Sûriyê de çûbû û piştre ofîsa xwe li Efrînê vekiribû ku ev 2 sal in alîkariyên mirovî, tenduristû û derûnî pêşkeşî xelkê Efrînê û deverê dike.