Li Mûsê stajê nadin xwendekarên besa Kurdî

04 January 2024 18:00 0 dîtin
Li Mûsê stajê nadin xwendekarên besa Kurdî

Peyama Kurd - Li Mûşê xwendekarên beşa Kurdî yên pola 4an ku divê staj û formasyona xwe wergirin, rûbirûyî astengiyan dibin.

Saziya Perwerdeyê ya Mûşê, bi hinceta ku li wê parêzgehê mamosteyekî Kurdî jî tune, mafê staj û formasyonê yên xwendekarên Beşa Kurdî ya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê yên pola 4an asteng dike.

Xwendekarên Beşa Kurdî ya Zanîngeha Alparslanê yên pola 4an anîn ziman ku divê wekî her beşeke din xwendekarên beşa Kurdî jî sala dawî ya perwerdeyê biçin dibistanekê û li gel mamosteyan staj û formasyona mamostetiyê wergirin û gotin: “Lê belê Saziya Perwerdeyê ya Mûşê bi hinceta ku li Mûşê mamosteyê Kurdî nîne destûrê nade em staj û formasyona xwe temam bikin. Dema em staj û formasyona xwe temam nekin em nikarin bibin mamoste yan jî divê em biçin li zanîngeheke din perwerdeya formasyonê wergirin. Salên pêştir xwendekarên beşa Kurdî, li gel mamosteyên beşên din staj û formasyona xwe temam dikirin lê îsal ev hat astengkirin.”

Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Alparslan a Mûşê Şexmûs Orkîn jî derbarê mijarê de got: “Îsal pirsgirêka xwendekarên me ya wergirtina staj û formasyonê heye. Salên pêştir xwendekarên me li gel mamosteyên beşên din staj û formasyona xwe dikirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê em hewl didin û hevdîtinên me li gel Saziya Perwerdeyê ya Mûşê berdewam dikin.”

Li Bakurê Kurdistanê, li zanîngehên Mêrdîn, Mûş, Çewlîg û Dêrsimê beşên lîsansa Kurdî û masterê hene. Li zanîngeha Wanê tenê mastera Kurdî û li zanîngehên Mêrdîn û Amedê doktoraya Kurdî jî heye.

Heta niha zêdeyî 2 hezar xwendekaran beşên Kurdî temam kirine lê tenê kêmtir ji 100 mamosteyî hatine tayînkirin. 50 ji wan mamosteyan meha Gulana 2023yan, beriya hilbijartinên 14ê Gulanê hatibûn tayînkirin. 35 wan ji bo beşa Kurmancî û 15 jin wan jî ji bo beşa Kirmanckî/Zazakî hatibûn tayînkirin.