Ewlekariya zanîngehê nehist xwendekarên besa Kurdî pankarta Kurdî vekin
PeyamaKurd - Li Zanîngeha Mûş Alparslanê dema merasîma derçûnê ya xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî, xwendekaran xwest pankarteke bi kurdî hatiye nivîsandin vekin, lê hêzên ewlehiya zanîngehê nehiştin û di navbera wan de alozî derket.
Xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslan ya Mûşê ragihandine ku di rêwresma derçûyînê ya 23ê Hezîranê de wan xwestiye pankarteke ku li ser bi kurdî "Şêrîn û xweş e zimanê Kurdî" hatiye nivîsandin vekin, lê ji aliyê hêzên ewlekariya zanîngehê ve hatine astengkirin.
Xwendekar dibêjin, endamên ewlekariya zanîngehê di destpêkê de rê nedan ku xwendekar pankartê vekin û alozî derket.
Xwendekaran gotiye, piştî hevdîtinên bi rêveberiya zanîngehê re, pankart hatiye vekirin.
Hêjayî gotinê ye, îsal ji Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslan ya Mûşê 15 xwendekar mezûn bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin