Tehran | Xwendekarên zanîngehê rastî êrîsa hîcaba bi zorê hatin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li zankoya hunerên ciwan a Zanîngeha Tehranê hêzên ewlehiyê, bi hinceta ku xwendekareke keç qedexeya hîcaba bi zorê binpê kiriye êrîşî xwendekaran kirin.
Li gorî zanyariyên medyayî, hêzên ewlehiyê bi hinceta ku li gorî rêzikên hîcaba bi zorê tevnegeriyaye xwendekareke keç rawestandin û xwestin ku dest bidin ser çente, nasname û telefona wê.
Xwendekarên li zankoyê jî bertek nîşan dan û dest bi çalakiyan kirin û hêzên ewlehiyê yên li zankoyê 2 xwendekar demekê girtin û gef li wan xwarin.
Hat diyarkirin, xwendekarên ku li ber avahiya ewlehiyê piştî bûyerê kom bûbûn, xwestin li ser mijarê daxuyanîyê bidin û êrîşê şermezar bikin, lê hatin astengkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin