Li xwendekarên ku li Diyarbekirê zimanê Kurdî hilbijartine 700 tablet hatin belavkirin

27 May 2024 09:33 0 dîtin
Li xwendekarên ku li Diyarbekirê zimanê Kurdî hilbijartine 700 tablet hatin belavkirin

PeyamaKurd – Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê (DTSO) bi merasîmekê 700 tablet li xwendekarên ku di nav dersên hilbijartî de Kurdî hilbijartine belav kirin.

Merasîm doh danê êvarê li Navenda Kongreyê ya Sezaî Karakoç hat lidarxistin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Dogan Hatun û Serra Bacak jî beşdarî merasîmê bûn û tablet dan xwendekaran.

Dogan Hatun diyar kir ku weke şaredar ew ê alîkariyê bidin her kesê ku ji bo Kurdî tevkariyê bike û got, “Ne tenê zarok, kî bixwaze li ser zimanê xwe bixebite; "Kesên di akademiyê de dixebitin, kesên di warê zanistê de dixebitin, kesên ku dixwazin kûrsên zimanê Kurdî vekin em ê alîkariya hemûyan bikin."

"Em ê hezar û 200 tabletan bidin xwendekaran"

Rêveberên DTSOyê diyar kirin ku wê îsal nêzî hezar û 200 tabletan li xwendekarên ku bi Kurdî re eleqedar dibin belav bikin. Serokê DTSO Mehmet Kaya got, "Me hezar û 200 tablet dan zarokên xwe. Em van tabletan didin zarokên ku dersên Kurmancî û Zazakî hildibijêrin.

Par ji ber erdheja 6ê Sibatê ya ku li 11 parêzgehan bandor kiribû, tablet li zarokan nehatibûn belavkirin. Her sal hem hejmara zarokên ku Kurdî hildibijêrin hem jî hejmara tabletên ku tên belavkirin zêde dibin.