Li Diyarbekirê 'Nesxerêya 2022yan a Zimanê Kurdî' hat ragihandin

21 February 2022 17:13 0 dîtin
Li Diyarbekirê 'Nesxerêya 2022yan a Zimanê Kurdî' hat ragihandin

PeyamaKurd - Platforma Zimanê Kurdî (PZK) û Tora Ziman û Çanda Kurdî, bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê civînek li dar xist û piştî civînê jî bi daxuyaniyeke hevbeş Neşxerêya Sala 2022yan a ji bo Zimanê Kurdî eşkere kirin.

Di civînê de; Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanîfî Turan, nûnerên pêkhatên PZK’ê, pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî, parlamenterên HDPê û hejmarek kesayetên din beşdarî kirin. 

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî piştî civîneke di daxuyaniyeke hevbeş de, nexşerêya sala 2022yan ji bo zimanê kurdî eşkere kir.

Daxuyaniya bi kurmancî ji aliyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Almaz Kan û daxuyaniya bi kirmanckî jî ji aliyê Endamê Platforman Zimanê Kurdî Nesîp Gultekîn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, platform û tora ziman ji partiyên siyasî daxwaz dikin ku Newroza îsal bikin Newroza zimanê kurdî û bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin. 

Daxuyanîya hevbeş a Roja Zimanê Dayikê wiha ye: 

"Piştî bi dawîkirina kampanya ya 21 Sibatê divê xebat ji bona mafê zimanê Kurdî her berdewam be. Zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Em divê van nirxan hertim bînin ziman û dubare bikin. Pirsa ziman bi gelek haweyan divê di rojeva siyaset û civaka kurdan hergav mişt bike. Em di wê baweriyê de ne ku rengê siyaset û civaka kurdî her divê kurdewar be. Ji ber van sedeman Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi hevdû re biryar dane ku em bi hevdû re kar bikin, karê xwe qoordîne bikin û her sazî di warê xwe de, xebata xwe ji bona mafê ziman kurdî berfirehtir bike. Divê em bi hevdû re pirsa zimanê kurdî geştir bikin û pirsa zimanê kurdî di asteke bilindtir de, di nava civaka Kurdan de, di nava hêzên desthilatdarî û oposizyona Tırkîyê de bixînin rojeva siyasetê. 

Platforma Ziman û Tora Ziman wê ji siyaseta Kurdan bixwaze ku Newroza sala 2022 bibe Newroza zimanê Kurdî. Ne tenê li bajarekî lê belê li hemû deverên ku Newroz lê werin pîroz kirin, divê xaleke sereke li ser pirsa zimanê Kurdî be. Ne tenê siyasetmedar li ser pirsa ziman axavtinan bikin, lê divê rewşenbir, nivîskar, helbestvan, seyda, hunermend û kesayetiyên cuda di qada Newrozan de li ser pirsa ziman biaxivin. Hemû kesên ku di vê mijarê de bi axivin jî, ji gelê kurd vê pirse bikin; hûn dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî? Bi dengekî biiind ev daxwaz erêkirin wê bibe weke referandûmek ji bona mafê zimanê kurdî. Em di vê bahweriyê de ne ku em ê bi milyon dengan bidin hevdû. 

Dîsa di xebat û çalakıyên roja 8 ê Adarê de emê heman daxwazan dubare bikin. Li vir jî wê jinên kurd û hevalbendên wana daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî weke referandûmekê bidin dengdanê. Erêkirina vê daxwaze wê di gelek waran de moralê xemxûr û xebatkarên zimanê Kurdî bilind bike.Weke Platform û Tor em dixwazin şax û perên xwe li hemû bajarên Kurdistanê û metropolan berfirehtir bikin. Tevgereke zimanî sazbikin. Divê xebata ziman li her deverê berfireh bibe. Her sazî di warê xwe de xwe tekûztir bike, bi hevdû re alîkar be û xebata xwe bigîhînê derdorên cuda. 

Bi medya Kurdî re têkilîyên bi rêkûpêktir saz bike û daxwaz bike ku medya kurdî giringiyê bide pirsên zimanê kurdî. Xebata Platform û Torê bi hemû saziyên medya kurdî re divê di nava hemahengîyeke dostane de derbas bibe. Medya Kurdî di gelek xalan de hertim dibe alikar ji bona ku mafê zimanê Kurdî bikeve rojeva siyaset û civakê. 

Heta Roja 15ê Gulanê, ango roja zimanê kurdî Platform û Tor bi hevdû re û bi saziyên têkildar re semîner, panel û konferansa lidar bixine. Bi taybet jî li ser pirsa ziman û jin, ziman û netewe, ziman perwerde, ziman û hiquq, ziman û siyaset ûhw çalakîyan lidar bixîne. Zimanê me her di rojevê de be. Li gori şert û mercan jî konserên mûzikê bi hunermendan re amade bike. Dîsa bi gelê xwe re, li deverên neqandi civinên li ser zimanê Kurdî bi dayîk û bavan re, bi ciwanan re gotubêj bike, giringiya zimanê Kurdî derxinê holê û astengiyên di nava gel de çine, rê û rêbazan jî bi beşdaran re niqaş bike."