Weqfa Ruwangeyê, li Parlamentoya Kurdistanê ji bo zarokan pêsbirka wênesaziyê li dar xist
PeyamaKurd – Îro li Hewlêra paxytext pêşbirka wênesaziya zarokan bi dawî bû.
Li gorî ku Şefaq Newsê ragihand merasîm ji aliyê Weqfa Ruwangeyê ve ji bo hejmarek xwendekarên dibistanên seretayî hate organîzekirin.
Pêşbirk bi beşdariya hejmarek ji zarokên jêhatî yên di warê wênesaziyê de hat lidarxistin û tabloyên ku wê bên hilbijartin û wê her tim li avahiya parlamentoya Kurdistanê daliqandî bimînin.
Ev pêşbirk beşek e ji xebatên Weqfa Ruwangeyê ve ku ji bo perwerdehiya zarokan, ji sala 2013yan ve xebatên xwe li Herêma Kurdistanê didomîne ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye avakirin.
Di merasîma pêşbirkê de ji bilî rêzgirtina ji bo zarokên ku di pêşbirkê de bi ser ketin, gelek rayedarên hikûmetê jî amade bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin