Siyasetmedarê Kurd Îsko Dasnî cara duyem ket parlamena Gurcistanê
PeyamaKurd - Siyasetmedarê Kurd Îsko Dasnî di hilbijartinên 31ê Cotmehê yên Parlamentoya Gurcistanê de, cara duyem hat hilbijartin û ket parlamenê.
Îsko di hilbijartinê 2016an de jî ji Partiya Xeyalî ya Gurcistanê ketibû parlamentoyê.
Hilbijartinên giştî yên Gurcistanê ji bo 150 kursiyên parlamenteriyê bi beşdariya 48 partiyan doh hatibûn encamdan û li gorî encamên nefermî Partiya Xeyalî ya Gurcistanê bûye yekemîn.
Îsko Dasnî sala 1958an hatiye dinê û sala 1985an jî zankoya hiqûqê mezûn bûye. Siyasetmedarê Kurdê Gurcistanê sala 2014an jî konsolosiya fexrî ya Gurcistanê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin