Sandeya Kurdistan û Iraqê cara 2yem dicivin

01 February 2025 13:35 0 dîtin
Sandeya Kurdistan û Iraqê cara 2yem dicivin

PeyamaKurd – Civîna duyem a şandeya Herêma Kurdistanê û şandeya wezareta darayî ya Iraqê ya derbarê lîsteya mûçeyên fermanberan û pirsgirêka malnişînan dest pê kir.

Li gor zanyariyan îro (01.02.2025) demjimêr 08:00ê serê sibehê civîna duyem a tîma teknîkî ya Wezareta Darayî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Li gorî hatiye ragihandin, civîn derbarê lîsteya mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê ye, ku wan fermanberên malnişîn jî li xwe digre ku ji lîsteyê hatine derxistin û ewên ku mohleta bê mûçe ve jî ji lîsteyê tên derxistin û bendewarî heye ku ev civîna dawiyê be ji bo ku gotûbêjê û bigihêjin lihevkirinê. 

Sibe jî li ser mûçeyê meha yekê ya 2025 a fermanberên Herêma Kurdistanê wê nîqaş bê kirin.