Fûad Huseyîn: “Biden gelek caran hatiye Kurdistanê û Iraqê”

28 November 2020 00:35 0 dîtin
Fûad Huseyîn: “Biden gelek caran hatiye Kurdistanê û Iraqê”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn piştî seredana Moskovayê û civîna bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bo ajansa Rûdawê di gelek mijaran de şiroveyan kiriye. Di nava mijaran de yek ji wan hilbijartina serokê Amerîkayê Joe Biden e û Huseyîn di derbarê Bidenî de got ku ew Iraqê baş dinase û 8 sal cîgirê serokkomarê Amerîkayê yê berê yê Obama bûye û di dewama axaftina xwe de got ku bo pêşdebirina têkiliyan bi rêvebiriya nûh re ew amade ne.

Huseyîn li ser têkiliyên Moskova û Bexdayê gotiye ku di salên dawiyê de, di têkiliyan de rawestandinekî heye û got:

“ Dîroka têkiliyên Iraq û Rûsyayê diçe heya Yekîtiya Sowyetan. Ew têkiliyên ku rawestiyane em dixwazin ji nû de vejînin. Em li ser mijarên siyasî yên Iraqê û Rojhilata Navîn axifîn. Rûsya li Rojhilata Navîn ji aliyê aboriyê de aktîve û têkiliyên wê başin. Li gelek welatan hêza Rûsan ya leşkerî heye. Sedema seredana me pêşdebirina têkiliyane û axaftina li ser pêşdeçûnên Iraqê û Rojhilata Navîn e.”

Huseyîn got ku veberhênana Rûsyayê li Iraqê tenê di sektora enerjiyê de 13 mîlyar dolare û dixwazin veberhênana xwe zêdetir bikin.

Li ser mesela kirîna sîlihan ji Rûsyayê Huseyîn gotiye ku di civînên xwe de behsa vê mijarê nekirine lê wê di nêzde wezîrê bergiriyê yê Iraqê here Rûsyayê û mijarekî wî ew e ku li ser kirîna sîlihan biaxife. Wê mijarê bo wezîrê bergiriyê hêlane. Mjarên perwerda leşkerî û desteka leşkerî heye û di mijara kirîna sîlihan de wê wezareta bergiriyê biaxife.

Dr. Fûad Huseyîn li ser mesela Joe Biden û tîma wî û têkiliyên bi Iraqê re weha got:

“Ev guhertina li Washingtonê girîng e. Kesên wê werin ser rêvebiriyê têkiliyên wan bi dinyayê re hene û di destê wan de dosya Iraqê heye. Biden, weka cîgirê Obamayî 8 sal li dosya Iraqê nihêrt. Temamê pêşdeçûnên li Iraqê zane. Berê weka senator û cîgirê serokê Amerîkayê gelek caran seredana Iraqê û Kurdistanê kiribû. Kesê ku bûye wezîrê karên derve, hem dostê û hem halê Iraqê û Rojhilata Navîn baş dizane. Têkilî dê hêsantir bin û siyaseta Demokratan ya Rojhilata Navîn diyare. Em jî bo têkiliyan amade ne.”