Wezîrê Iraqê Fûad Huseyîn bi heyeta DYA re rewsa Sûriyê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê û hem cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn bi heyeta DYA re, li ser rewşa Sûriyê hevdîtin kir. Fûad Huseyin, 10.12.2024 roja Sêşemê li Bexdayê bi cîgirên wezîrê karên derve yê DYAyê bi John Bass û Barbara Live û bi şêwirmendê siyasî Michelle Siders re civiya.
Di hevdîtinê de li ser mijara grûbên terorîst û rêxistinên ku ewlehiya Iraqê û xelkê tehdîd dikin, di têkoşîna li hemberê wan de, li ser koordînasyona navbera Iraqê û DYAyê ku dewam dike, axifîn.
Her dû teref di hevdîtinê de li ser pêşdeçûnên li Sûriyê û temamê îhtîmalan axifîn. Fûad Huseyin, ji heyeta DYA re got ku Iraq girîngiyê dide ewlehî û îstîqrara Sûriyê û tercîhên xelkê Sûriyê destek dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin