Wezîrê karen derve yê Iraqê Fûad Huseyîn bi Antony Blinken re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn li Washingtonê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re hevdîtinekî kir. Her dû wezîr di mijar û berjewendiyên hevpar de dan û sitendinan kirin. Blinken berya civînê ji bo rojnamevan got:
“Iraq ortax û hevkarekî me yê girîng e. Iraq di heman wextê de ji bo îstîqrara herêmê jî girîng e.”
“Li hemberê IŞİDê em bi Amerîka re bûn hevkar û em ê dewam bikin. Em di gelek sehayan de hevkarên hevin û armanca me xwurtkirina hevkariyê ye.”
Huseyîn, di çarçova seredana Amerîka de wê di asta bilind de bi gelek kesan re hevdîtinan bike.
Blinken di mijara êrîşên li Moskovayê de axifî û got:
“IŞİD hê jî tehdîdekî mezine. Êrîşa Moskovayê nîşan da ku tehdîda wê hêjî dewam dike.”
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es Sudani wê di 15ê Nîsanê de seredana Amerîkayê bike û wê Biden li Koşka Sipî pêşwaziya wî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin