Fûad Huseyîn: Iraq û Herêma Kurdistanê rê nedaye operasyonên Tirkiyê

12 July 2024 00:14 0 dîtin
Fûad Huseyîn: Iraq û Herêma Kurdistanê rê nedaye operasyonên Tirkiyê

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Iraqê û wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ragihand ku hukumeta Iraqê an hukumeta Herêma Kurdistanê îznê neda da Tirkiye li ser sînoran operasyonan bike. Huseyîn got:

“Mijara PKKê ya Tirkiyê ye lê divê li Iraqê çareser bibe.”

Fûad Huseyîn ji bo seredana fermî li Amerîka li Washingtonê ye û hevpeyvînekî daye TV ya El-Hurra. Huseyîn ragihandiye ku li ser daweta wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Amerîkaye, wê di asta bilind de bi rayedaran re hevdîtinan bike û di 12 Tîrmehê de wê bi wezîra xezînê ya Amerîkayê bi Janet Yellen re hevdîtin bike.

Di civîna ku Huseyîn bi Yelen re bike de babetên li serê biaxifin; têkiliyên navbera Iraq-Amerîkayê, aboriya Iraqê, pere û rewşa darayî, pirsgirêkên navbera banka navendî û wezareta darayî û rêya çareseriya navbera wan in.

Huseyîn ragihand ku nûnerê NATOyê ji ber li Iraqê heye ew gelek girînge û koordînasyonekî baş di navbera nûner û wezareta bergiriya Iraqê de heye. Huseyîn got:

“Peymana ewlehiyê di navbera Amerîka û Iraqê de heye. Iraq di heman wextê de ji bo xwe û yên din ji bo parastina herêmê, hewl dide ku dezgeyekî ewlehiyê ava bike. Di vê navberê de Iraq, pevajoya piştî ewlehiyê û têkiliyên leşkerî, ji bo li ser hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin an na de, bi Amerîka re hevdîtinên xwe dewam dikin. Wê heyetekî ji Iraqê di 22ê TÎrmehê de seredana Washingtonê bike.”

Huseyîn garihand ku çareseriya navbera sînoran girînge ku ew jî mijara Tirkiyê û Sûriye ye û Iraq hewl dide ku li Bexdayê Sûriyê û Tirkiyê bigihîne hev. Amerîka jî ji mijarê agahdare.

Huseyîn li ser mijara mayîna leşkerên Tirkiyê li ser sînor got ku mayîna leşkerên Tirkiyê li ser sînor bi PKKê ve girêdayiye û li ser tevgerên PKKê ye. Ne raste ku artêşa Tirkiyê wê ji sînor 30 an 40 km koridora ewlehiyê ava bike û ev gotin derewin. Huseyîn li ser mesela PKKê got:

“PKK pirsgirêka Tirkiyê ye lê divê li Iraqê çareser bibe. Çawa mijara penahindeyên muxalifên Îranê li Iraqê hat çareserkirin û li kampan hatin bicîh kirin, pirsgirêka PKKê dibe wisa çareser bibe lê îdeolojiya PKKê û tevgerên wê ji mesela Kurdên Rojhilat cuda ye.”