Fûad Huseyîn: Li ser budça Herêma Kurdistanê ti talûke tine

12 August 2023 23:32 0 dîtin
Fûad Huseyîn: Li ser budça Herêma Kurdistanê ti talûke tine

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Iraqê û hem wezîrê karên derve yê Iraqê Dr.Fûad Huseyîn ragihand ku heyeta Herêma Kurdistanê wê 2 roj bi şûn de ji bo bicîhanîna budçê ji bo bi rêvebirên Iraqê re hevdîotin bikin wê seredana Bexdayê bikin.

Huseyîn gotiye ji bo xebatên teknîkî yên heyetên Kurdistanê û Iraqê xebatên xwe temam bikin û ji bo di nêz de para Kurdistanê ji budçê bişînin,wê li ser temamê budça di derveyê petrolê de hevdîtin bikin.Huseyîn gotiye:

“Li ser budçe û mehaneyên herêma Kurdistanê ti tehdîd tineye.”

Li aliyê dinê endamê heyeta ku biçe Bexdayê Piştivan Sadiq ragihandiye ku hukumeta Herêma Kurdistanê û PDK bawere ku peymana navbera Bexda û Kurdistanê bi temamî tetbîq nabe. Sadiq weha got:

“Qanûnên stratejîk pêwiste bi peymanan çêbibin û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda divê bi diyalogê çareser bibin. Em tev hîs dikin ku Iraq zerarê dide pêvajoya demokratîk û ber bi merkezîbûnê de diçe.”