Endamê kongra Amerîkayê Andy Ogles: “Em ji nesandina budça Herêma Kurdistanê bi endîse ne”
PeyamaKurd - Endamê kongra Amerîkayê Andy Ogles ji bo çapemeniya Kurdistanê ji K24ê re ragihand ku ji desthilata Îranê ya ser Iraqê û ji neşandina budça Herêma Kurdistanê bi endîşe ne.
Ogles got ku pêwiste bi Kurdan re têkiliyên xwe dewam bikin û weka berê destekê bide Kurda. Ogles axaftina xwe weha dewam kir:
“Gelek girînge ku weka berê em têkiliyên xwe bi Kurdan re bidomînin û destekê bidin wan. Ez ji hegemonya Îranê, ji dorpêçên heyî û ji pêvajoya budçê endîşe dikim.
Wekî kongra Amerîkayê, ji bo dewamkirina pêşdeçûna Herêma Kurdistanê, em ê karibin çi bikin, ez ê zêdetir lêkolînan bikim. Amerîka li her derê dinyayê destekê dide demokrasiyê û azadiyê. Em li ser dixebitin bê çawa dikarin têkiliyên xwe pêşdetir bixin, em çawa dikarin rewşa pêkhateyên Kurdistanê baştir bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin