Endamê Kongra Amerîkayê: Kurd îsbat kirin ku bi rastî dostên Amerîkayê ne

01 February 2023 02:42 0 dîtin
Endamê Kongra Amerîkayê: Kurd îsbat kirin ku bi rastî dostên Amerîkayê ne

PeyamaKurd – Endamê Kongra Amerîkayê yê Partiya Komarî Robert Aderholt ragihand ku bendewarin Amerîka têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bimeşîne. Aderholt, her weha got ku Kurd îsbat kirin ku bi rastî dostên Amerîkayê ne. Aderholt weha dewam kir:

“Kongra Amerîkayê têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dewam dike û bimeşîne. Divê em bi Herêma Kurdistanê re dawî li IŞİD ê bînin û em dikarin bi vê şêweyê bawerî bînin ku IŞİD nema dikare serî rake.”