Endamên Kongra Amerîkayê li ser bikaranîna fosfora spî ketin tevgerê
PeyamaKurd - Hejmarek endamên Kongra Amerîkî bi sedema ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, lêpirsînê bidin destpêkirin name ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey re name şandin.
Di nameya ku bo Jeffrey hatiye şandin de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk li dijî sivilên li Bakûrê Sûrî çeka kîmyewî ya fosfora spî bikar aniye û destnîşan kirin ku ev sûcekî şer e.
Di nameyê de, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPWC) hat rexnekirin ku piştî êrîşên Tirkiyê bi rojekê, 30 hezar euro ji Tirkiyê wergirtiye.
Endamên Kongrê ji Jeffrey xwestin ku mijarê baş bişopînin û wan agahdar bikin.
Di nameyê de herwiha bang li wezareta derve ya Amerîkayê hat kirin ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsîneke giştî û piralî bide destpêkirin.
Endamên Kongrê dan xuyakirin ku hê delîlên bikaranîna fosfora spî li Hewlêrê hene û divê bilez werin şopandin, ji ber bi demê re bandora wan namîne.
Destpêkirina êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê de, bombeyên fosfora spî li ser sivîlan hatibûn bikaranîn û zarok jî di nav de hejmarek kesên sivîl birîndar bûbûn û hinek ji wan bo nexweşxaneyên derveyî welat hatibûn şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin