Aliyên siyasî yên Kurdistanê îro bi Sandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê re dicive

09 June 2022 12:02 0 dîtin
Aliyên siyasî yên Kurdistanê îro bi Sandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê re dicive

PeyamaKurd – Bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, 4 xalên girêdayî hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyên siyasî ve  tên gotûbêjkirin.

Li gor hat ragihandin, biryar e li Serokatiya Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re bicive.

Hat zanîn ku mijarên civînê 4 xalên li jêr in:

- Diyarkirina dema hilbijartinê

- Aktîvkirina Komisyona Bilind a Hilbijartinan

- Sererastkirina yasaya hilbijartinan

- Pakkirina lîsta tomara dengderan

Hêjayî gotinê ye, ev civîn berdewamiya civîna roja 26ê meha borî ye ku li baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêrê di navbera Jeanine Hennis-Plasschaert û partiyên Kurdistanî de birêve çûbû.