Polonyayê cara duyemîn balafira ser a Rûsî asteng kir
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku balafirên şer ên Polonyayê yên cureyê MiG-29 serê sibehê balafira Rûsî ya keşfê ya bi navê İL-20, ku li ser Deryaya Baltîk firiya asteng kirin ku ev bûyera duyemîn e di vê hefteyê de diqewime.
Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokwezîrê Polonyayê Wladyslaw Kosiniak-Kamysz, di civîneke çapemeniyê de diyar kir, balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Polonyayê yên cureyê MiG-29 di saet 08.49’an de li gor dema herêmî, balafira şer a artêşa Rûsyayê ya bi navê İL-20, ku li ser Deryaya Baltîk firîna keşfê pêk aniye, asteng kirine.
Kosiniak-Kamysz anî ziman ku balafira Rûsî qada hewayî ya Polonyayê binpê nekiriye, lê ev rewş "bûyera duyemîn e ku vê hefteyê qewimiye".
Kosiniak-Kamysz destnîşan kir ku li ser Polonyayê ji rojhilatê welêt ve gefa Rûsyayê heye û wiha pê de çû: "Îro kî ku axaftineke dijî Almanya, dijî Ukrayna bimeşîne, her çi kes hestên wiha geş bike, li dijî berjewendiyên dewleta Polonyayê tevdigere."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin