Amerîka: Balafira rûsî li Sûriyê balafira me tacîz kir

25 July 2023 18:51 0 dîtin
Amerîka: Balafira rûsî li Sûriyê balafira me tacîz kir

PeyamaKurd – Femandarê hêzên Rojhilata Navîn a Hêzên Asmanî yên 9emîn, Korgeneral Alex Grynkewich, ragihand ku 23yê Tîrmehê hêzên Amerîka û Rûsyayê li ser asmanê Sûriyê rûbirûyî hev bûne.

Fermandarê Amerîkî di daxuyaniya nivîskî de diyar kir, dema firînê balafira bêmirov a Amerîkî ya cûreya MQ-9 rastî tacîza balafireke rûsî ya Su-35 hatiye û balafira rûsî tam hatiye ser balafira wan ku fîşeka chaff a dijeradarê pêkandiye.

Grynkewich da xuyakirin ku perwaneya MQ-9ê ji ber fîşekê ziyan dîtiye û ji Rûsyayê daxwaz kir, demildest van çalakiyên xwe yên bêsedem û neprofesyonel dawî bîne.