Amerîkayê kestiya balafiran nêzî Sûriyê kir!

04 April 2023 10:39 0 dîtin
Amerîkayê kestiya balafiran nêzî Sûriyê kir!

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, hêzên Îranê bi piştevaniya Îranê keştiya balafiran a li Deryaya Spî nêzî peravên Sûriyeyê kirine, bi hinceta ku leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê hedef digirin.

Keştiya balafiran a USS George W. H. Bush li Deryaya Spî li nêzî peravên Sûriyê wek tedbîrek bi cih bû piştî ku hêzên bi piştgirîya Îranê êrîşî baregehên li Sûriyê yên ku leşkerên Amerîkî lê dimînin kirin.

Piştî ku hêzên Îran piştgiriya wan dike bi rokêt û balafirên bêmirov êrişî baregehên ku leşkerên Amerîkayê tê de ne, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) gavek avêt.

Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh di civîna çapemeniyê ya rojane de got, "Me dît ku komên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê êrîşên xwe li ser hêzên me yên li Sûriyeyê bi cih bûne zêde kirin û me keştiya balafiran ji bo tedbîrê vekişand herêmeke nêzîk."

Singh bi bîr xist ku piştî erdhejên navenda Mereşê keştî nêzî peravên Tirkiyeyê bû, Singh got, cihê keştiyê û erka wê hat guhertin û cihê keştiyê hat guhertin ku nêzî peravên Sûriyeyê bibe û dema erka wê hat dirêjkirin.