Balafira Amerîka ya teknolojîya pêsketî li Sûriyê çavdêriya baregeha Rûsî kir
PeyamaKurd – Balafira teknolojiya pêşketî ya artêşa Amerîkayê Boeing P-8A, 29ê Nîsanê li ser peravên rojavayê Sûriyê firîneke çavdêriyê pêk anî.
Li gorî zanyariyên jêderên xwecihî, balafira P-8A ji Baregeha Sigonella ya Deryayî ku li Girava Sicilya ya Îtalyayê rabû û firîneke mesafeya 25 kîlometran li ser Laziqiyê nêzî baregeha Tartus a Rûsî firîneke çavdêriyê pêk anî.
Li gorî çavkaniyan heman balafira ku bi moşekên pêşketî hatiye barkirin 19ê Nîsanê jî firîneke bergirtina balafirên Su-35 ên Rûsî pêk aniye.
Di balafira P-8A Poseidon a taybet bo artêşa Amerîkayê hatiye çêkirin de, sîstemên radarê yên pêşketî û amûreyên çavdêriya elektronî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin