Îsraîl ji ber ‘qedexeya alîkariya ji 3 yekîneyên Îsraîlê re’ li DYAyê hêrs bû
PeyamaKurd – Piştî ku Encûmena Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmaya alîkariyê ya ji bo Îsraîlê ya 26,4 milyar dolarî pejirand, Wezareta Derve ya DYAyê ragihand ku ew ê bi tawanbariya binpêkirina peymanên navneteweyî yên di derbarê pêkanînên dagirkerî li ser navçeyên dagîrkirî kirine û mafên mirovan binpê kirine tedbîrên cezakirinê li dijî 3 yekîneyên leşkerî yên artêşa Îsraîlê werbigirin.
Yek ji wan yekîneyên ku qedexe le hatine sepandin Yekîneya Netzah Yehuda (Eternity of Cihuda) ku bi pêkanînên xwe yên neyênî yên li Şerîa Rojava û Şerîda Xezzeyê hatibûn rojevê ye.
Tevî ku beriya demjimêrekê alîkariya mezin a ji bo Îsraîlê pesend kiribû û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bi daxuyaniyekê pesn û spasiya DYAyê kiribû jî, ev biryara DYAyê bû sedema nerazîbûna Îsraîlê ya li dijî Washingtonê û bi taybetî Serok Biden.
Di serî de Serokwezîr Benjamin Netanyahu rayedarên Îsraîlê rexneyên tund li rêveberiya DYAyê kirin û DYAyê bi derbaskirina xeta sor a Îsraîlê tawanbar kirin.
Parêzer û parlamentera navdar Tally Gotliv ku bi nêzîkbûna xwe ya malbata Netanyahu tê nasîn û nûnertiya Partiya Likud li Knesset dike, rêveberiya DYAyê bi antîsemîtîzmê tawanbar kir.
Gotliv got: “DYA xwe çi dibîne? Ma ew dixwaze tiştekî li ser me ferz bike? Ma ew wa dizane ku mafê wê heye ku ziyanê bide me?"
Hêjayî gotinê ye ku di raporta rojnameya Brîtanî The Guardian de ku di Kanûna sala borî de hatiye weşandin, hatiye eşkerekirin ku rêveberiya DYAyê bi Ûkrayna, Misir û hin welatên din re qanûna Leahy cîbicî kiriye, lê sîstemek çêkiriye ku rê nede heman yasa li ser Îsraîlê jî bê sepandin.
Pêşketina nû ya di derbarê yekîneya leşkerî ya Netzah Yehuda û du yekîneyên din ên ku hê jî navên wan nehatine ragihandin de, li hember desteka mezin a ku di şer û biryara kongreyê de ji Îsraîlê re hat dayîn de, 'hevsengiyê' nîşan da.
Wek tê zanîn Encûmena Nûneran a DYAyê ji bo Ûkrayna, Îsraîl û hevalbendên din ên DYA yên li dervayê welêt pakêta alîkariyê ya 95 milyar dolarî pejirand.
Di derbarê vê pakêta ku ji bo Îsraîlê 26,4 milyar dolar alîkariyê dide û li dijî 58 dengên ‘na’ bi 366 dengên ‘erê’ hate pesendkirin (37 Demokrat û 21 Komarparêz li dij derketin) de Wezîrê Parastinê yê DYAyê Lloyd Austin gotibû ku “Yasaya ku ji aliyê Encumena Nûneran ve hatiye pesendkirin, wê li dijî Îran û alîgirên wê, parastina Îsraîlê mîsoger û ji bo Xezzeyê herikîna alîkariyên bilez zêde bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin