DYA ji bo kustina 12 leskeran sersaxî li Tirkîyeyê kir
PeyamaKurd – Serbalyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Enqereyê, ji ber kuştina 12 leşkerên Tirkîyeyê peyama sersaxîyê belav kir.
Di peyama serbalyozxaneyê ya li ser hesabê wê yê fermî hate belavkirin de, ji ber di pevçûnên navbera hêzên leşkerî yên Tirkîyeyê û hêzên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li Herêma Kurdistanê ku 12 leşkerên Tirkîyeyê jiyana xwe ji dest dabûn, sersaxî li Tirkîyeyê hate kirin.
Di peyama Serbalyozxaneya DYA ya Enqereyê de wiha hate gotin:
“Wek mîsyona dîplomatîk ya DYA ya li Tirkîyeyê, em sersaxîyê li malbatên 12 leşkerên Tirk yên ku di çarçoveya operasyonên tekoşîna bi terorê re di 22 û 23yê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan dikin û ji bo leşkerên ku birîndar bûne şîfaya lezgîn dixwazin.”
Serbalyozxaneyê di dawîya peyama xwe de ragihand ku di tekoşîna bi terorê re, ew li pişt hevpeymanê xwe yê NATOyê Tirkîyeyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin