Çîn û Hindistanê pistî kustina bi dehan leskeran li hev kir!

17 June 2020 15:44 0 dîtin
Çîn û Hindistanê pistî kustina bi dehan leskeran li hev kir!

PeyamaKurd – Welatên Hindistan û Çînê ku ji ber aloziya li ser sînoran ev du roj in pevçûn çêdibin û 20 leşkerên Hindî hatin kuştin, ragihandin ku wan li hev kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Cao Licien ragihandiye ku "Herdu aliyan lihev kiriye bi rêya danûstandin û gotûbêjan aloziyê çareser bikin.”

Cao, herwiha ji Hindistanê jî daxwaz kiriye rê de provokasyonên yekalî li ser sînoran da ku rewş aloztir nebe.

Hîn derbarê lihevkirina ser danûstandinan de, ji rêveberiya Hindistanê daxuyaniyek nehatiye dayîn, lê belê artêşa Hindistanê, piştî şerê di navbera her du aliyan de ragihandiye ku şer hatiye rawestandin.