DAISê êrîsa kustina 20 leskeran li xwe girt

14 June 2019 20:34 0 dîtin
DAISê êrîsa kustina 20 leskeran li xwe girt

PeyamaKurd – Baskê Afrîkaya Rojava ya rêxistina terorî DAIŞê berpirsiya êrîşa li ser artêşa Nîjeryayê li xwe girt û ragihand ku wan 20 leşkerên Nîjerî kuştine.

DAIŞê ragihand ku êrîşa roja Çarşemê ya li bajarokê Kareto ya İstana Borno li rojhilatê bakurê Nîjerya hatiye kirin û avahîyên artêşê hatine şewitandin û tankek jî hatiye rûxandin.

Artêşa Nîneryaya hîn ti daxuyanî li ser êrîşê û daxuyanîya DAIŞê nedaye.

Baskê DAIŞê yê Afrîkaya Rojava di sala 2016an de ji rêxistina Boko Haram a Nîjeryayî cuda bûye û di demên dawî de jî êrîşên xwe zêde kirine.