DAISê berpirsiyariya kustina li Afganîstanê girt ser xwe
PeyamaKurd – Rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsiyariya kuştina ku di encamê de Cîgirê Waliyê Mewlewî Nisar Ehmed Ehmedî yê ku ji aliyê Talîbanê ve hatibû tayînkirin li parêzgeha Badehşanê li bakurê rojhilatê Afganîstanê hat kuştin, girt ser xwe.
Rêxistina terorîst a DAIŞê bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî berpirsatiya êrişa do danê sibê li xwe girt.
Mewlewî Nisar Ehmed Ehmedî Alîkarê Walî û Alîkarê Parêzgarê Bedehşanê li Meydana Dîwanê ya Feyzabad a navçeya navendî ya parêzgeha Bedehşanê rastî êrîşa xwekujî hat û jiyana xwe ji dest da.
Di 9ê Adarê de, parêzgarê hikûmeta demkî ya Talîbanê, Mihemed Daûd Muzemmil, di êrîşeke bombeyî de li ser ofîsa parêzgarê li bakurê parêzgeha Belxê ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû ragihandin, hatibû kuştin.
Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021an de ket ser rêveberiya Afganîstanê, DAIŞê hem li dijî endamên Talîbanê hem jî li dijî sivîlan êrîşên xwe zêde kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin