DAISê berpirsyariya kustina her du karmendên Polîsê Kerkûkê li xwe girt

19 January 2023 11:00 0 dîtin
DAISê berpirsyariya kustina her du karmendên Polîsê Kerkûkê li xwe girt

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst a DAIŞê, berpirsyariya kuştina her du karmendên Polîsê Kerkûkê li xwe girt.

Li gor zanyariyan, şeva borî li navçeya Cebel Borî ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê, efserekî hêzên polîsê bajêr yê bi navê Muqedem Newzad Elî û şofêrê wî yê bi navê Mihemed Paşa ketin kemîneke çekdaran û di encamê de her du jî hatin kuştin.

Piştî bûyerê, DAIŞê bi rêya pêgehên xwe yên medyayî, wêne û çawaniya kuştina her du karmendên Polîsê Parêzgeha Kerkûkê belav kirin.

Çavkaniyên xwecihî ji çend çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistine ku wî efserî ligel şofêrê xwe serdana rêbendeke pişkinînê ya navçeyê kirine û di wê demê de ketine kemîneke çekdaran û hatine kuştin.