Îsraîlê berpirsyariya kustina serokê Hamasê Arûrî girt ser xwe

01 January 2025 11:30 0 dîtin
Îsraîlê berpirsyariya kustina serokê Hamasê Arûrî girt ser xwe

PeyamaKurd – Îsraîlê bi fermî berpirsyariya kuştina Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Salih El Arûrî girt ser xwe. Aruri di 2ê Çileyê de di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hatibû kuştin.

Hat ragihandin ku îstixbarata navxweyî ya Îsraîlê Şîn-Bet (Şebak) bi awayekî fermî berpirsyariya kuştina Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Salih el Arûrî girt ser xwe.

Di nûçeya televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê de hat gotin ku "Îstixbarata navxweyî ya Îsraîlê bi awayekî fermî berpirsyariya kuştina berpirsê payebilind ê Hamasê Salah el Arûrî li Lubnanê girtiye ser xwe."

Alîkarê Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê ku Xezeya Filistînê îdare dike Salih el Arûrî û 6 kesên pê re, di 2ê Çileyê de li Dahiyeyê ku weke keleha Hizbullahê ya li Beyrûta paytexta Lubnanê tê qebûlkirin, di êrîşeke dronên Îsraîlê de hatin kuştin.